Li Misrê êrişa çekdarî: 8 kes mirin

Li bajarê Assiutê yê li herêma navîn a Misrê di êrişeke çekdarî de 8 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn. Êrişkar ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate kuştin.

Di êrişê de ya li herêma Abanubê ya li nêzî bajarê Assiutê, kesek ji wesayitekê gule li sivîlan reşand.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Misrê de hate ragihandin ku di bûyerê de 8 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyê, êrişkar piştî êrişê reviya û piştre ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate dorpêçkirin. Hate ragihandin ku êrişkar di şer de hate kuştin.

Wezareta Karên Hundir a Misrê diyar kir ku li gorî daneyên destpêkê yên lêpirsînê nexweşiyên derûnî bi êrişkar re hebû û beriya niha li Qahîreyê li nexweşxaneyeke psîkiyatrî hatibû dermankirin.

Rayedaran gotin, lêpirsîna li ser sedema êrişê dewam dike.